1. Evîna ku hêstirên ziwa ji çavên min aniye xwarê. Evîna kesertijî û bi aforîzmayên heso xemilandî. Tew ku nazê bi rastî jî bêguneh e. Lê dîsa jî dilê kesertijî yê bikovan gunahkarekî divê ji bo aramiya xwe. Dilê hesoyê digel ku rastiyê dizane jî nazê ji xwe re hildigire. Lê nazêya reben hê ji heso paktir û mesûmtir e.
klama ku bûye mijar:
Hey li min li min rebené
Kesî nedî dewré bedelé zemana
Salox nedane, bav çewa rabe
Keça bi mér di mal De bide mér e.
Siwaro siwaro hey hey li min
Ax were birîndaro
Ax lo lo birîndaro
Ezé bi diyaré Geliyé Zîla çemé Hesen Evdalé ketim
ji xema dilé xwere, dilé min bi ta ye
kuro malxirabo bejna min bilid e
ji te re pira li ser heft riyaye
gulçîçeke dozdeh wara ye
eva îro sé şev sé roj e
di mala bavé min de xélî li civiyane
heft hezar qelené min
penç çek xelata min e
nexweşo birîndaro ka seré xwe
Ez nizanim birîné te çewane
nexweşo birîndaro qasekî seré xwe rake
li xemla min meyzeke.
Wele wayé du şahid
Di navbera me de sekinîne
Ez iro hatıme xatiré xwé ji te bixwazim
Ez nizanim birînén te çewane
Siwaro hoy hoy li min
Lé lé Nazé rebené sibe ye
Ezé bi diyaré Geliyé Zîla
bi çemé Hesen Evdalé dikevim
Ji kula dilé xwe u te re tev bi dar e
Dilé min Evdalé Xwedé hélina teyré lal e
Nazé, tu bi xatiré Xwedé bikî
Tu hatî xatiré xwe ji min dixwazî
Bi vé gotina hané te goşté cané min heland
Kezeba min di nava min de kiriye parî parî
Wele éşa min ji Xweda yé xéra ye
Xwedé éşa te nede tu kuré caméra
Du canik û du ciwana
Heft sal keti bû cané min Nazé
Ax were were birîndaré
Eré Nazé te picûké li ber miradé
Te çav reşé, bejin bilindé, gerden qazé
Te sing spiyé beleké ji berfa çiyaké
Li ser xalîyané
Birîndaro çıma pé nekir miradé
Lé lé Nazé, tu bi xatiré Xwedé bikî
Tu hatî xatîré xwe ji min dixwazî
Tu giyayé biné min teze bike
Birîndaro bila seré xwe deyné razé
Nazé…
Nazé Dibéje:
Dewra dewra ha dewra
Nexweşo birîndaro sibe ye
Ezé bi diyaré Geliyé Zîla
bi çemé Hesen Evdalé dikevim
ji xema dilé xwe re
Nexweşo birîndaro
dilé min hélina teyré li etek e
teyr firiyane refé qaz û qulingan
teyrekî wa pir belek e
ez kurbana te me
gunhé xwe bi halé xwe neyne
ezé çoka xwe deynim
seré xwe li ser çoka min deyne
de rabe rûné desté xwe veke
duayé nexweşan li cem rebé alemé yek bi yeke
hey hey li min
de biqûrban rabe
emé duayekî ji rebé alemé bixwazin
xweda xwedakî mezin e
belkî éşa cané te li cané min peyde bike
bila ez piştî Hesené xwe
jı kesî re ne bim bermaliya teze
siwaro hoy hoy li min
ax were were birîndaro
Heso dibéje:
Lé lé Nazé rebené sibe ye
Ezé bi diyaré Geliyé Zîla
bi çemé Hesen Evdalé dikevim
Ji kula dilé xwe u te re té bi gur e gur e
Lé lé nazé rebené
Dilé min hélina teyré li siniré
Lé lé nazé kulén dilé min giran e
Xema dilé min li hundir e
Îro ava geliyé Zîla çemé Hesen Evdalé
Té bi ser me ve gur e gur e
Bese Nazé, tu bi xatiré Xwedé bikî
Tu hatî xatiré xwe ji min dixwazî
Bi vé gotina hané
Çewa tu cuzan û meqesen berberan
Bidî seré dil û cegeré min
Ji xwe re bibirî Nazé…
Ax were were birîndaré
Eré Nazé te picûké li ber miradé
Te çav reşé, bejin bilindé, gerden qazé
Te sing spiyé beleké ji berfa çiyaké
Li ser xaliyané
Birîndaro çima pé nekir miradé
Lé lé Nazé, tu bı xatıré Xwedé bikî
Tu hatî xatiré xwe ji min dixwazî
Tu giyayé biné min teze bike
Birîndaro bila seré xwe deyné razé
Nazé…
Nazé dibéje:
Dewra dewra ha dewra
Nexweşo birîndaro sibe ye
Ezé bi diyaré Geliyé Zila
bi çemé Hesen Evdalé dikevim
bayé bi xerez e
Îro ava geliyé Zîla çemé Hesen Evdalé
Té bi ser me ve xwar û bi lez e
Nexweşo birîndaro
gunhé xwe bi halé xwe neyne
ezé çoka xwe deynim
seré xwe li ser çoka min deyne
de rabe rûné desté xwe veke
duayé nexweşan li cem rebé alemé yek bi yeke
hey hey li min
de bi qûrban rabe
emé duayekî ji rebé alemé bixwazin
xweda xwedakî mezin e
belkî éşa cané te li cané min peyde bike
bila ez piştî Hesené xwe
ji kesî re ne bim bermalîya teze
siwaro hoy hoy li min
ax were were birîndaro
ez îdî seré xwe giré nadim bi xelîya sor gevez e
siwaro hoy hoy li min
ax were were birîndaro
Heso dibéje:
Lé lé Nazé rebené sibe ye
Ezé bi diyaré Geliyé Zîla
bi çemé Hesen Evdalé dikevim
Ji kula dilé xwe û te re tev bi dar e
Îro ava geliyé Zîla çemé Hesen Evdalé
Té bi ser me ve bi mél xwar e
Belkî xwedé ayé min ji birayé min re nehéle
Çewa bi gotina jina xwe dike
Bi çembıié min digire
Davéje Geliyé Zîla çmé Hesen Evdalé
Hewar e li min hewar û gazi ye
Li min firaz e
Nazé tu bi xatiré Xwedé bikî
Tu hatî xatiré xwe ji min dixwazî
Xwe berdee keviya çemé Hesen Evdalé
Ji min re bînî tasek ava sar e
Ax were were birîndaré
Eré Nazé te picûké li ber miradé
Te çav reşé, bejin bilindé, gerden qazé
Te sing spiyé beleké ji berfa çiyaké
Li ser xaliyané
Birîndaro çima pé nekir miradé
Lé lé Nazé, tu bi xatiré Xwedé bikî
Tu hatî xatiré xwe ji min dixwazî
Tu giyayé biné min teze bike
Birîndaro bila seré xwe deyné razé
Nazé…
|